Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndîstan Ceribandina 2 Mûşekên Navokî Dike


Hîndîstan Ceribandina 2 Mûşekên Navokî Dike
Hîndîstan Ceribandina 2 Mûşekên Navokî Dike
<!-- IMAGE -->

Hîndîstan dibêje, ew bi serkeftî ceribandina 2 mûşekên bi kanîna navokî kirîye. Karbidestên Hîndîstanî dibêjin, mûşeka Dhanush roja Şemîyê hate hinartin, ji gemîyeke deryayî li Kendava Bengalî.

Mûşeka duyê, Prithvi jî, ji Qada Ceribandina li Chandipur hatê avêtin.

Rêvebirê Qada Ceribandinê S.P. Dash got, encama ceribandina mûşekên kurtavêj yên ji erd bo erd, serkeftî bû û ceribandin li gorî daxwaza wan dawî hat.

Hîndîstan û Pakîstan gelek caran ceribandina muşekên wî rengî dikin. Her du welat sê caran şerî hevdu kirin, ji cûda bûna wan ya sala 1947’an vir ve.

XS
SM
MD
LG