Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Hewil Dide Girjî û Reqbûna ligel Amerîka Nermtir Bike


<!-- IMAGE -->

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî seredana xwe ya ligel Serokê Amerîka Barack Obama bi kabîneya xwe re kom bû.

Birêz Netenyahu daxuyanîyên nerm dan ku girjî û reqbûna nav her du alîyan nermtir bike. Netanyahu roja Yekşemê got, Îsraîl û Amerîka hevkar û hevalbendên hev in û normal e cûda birîyên wan hebin.

Benjamin Netanyahu her wuha hewil da, xwe ji şîroveyên rojnameya Yedioth Ahronoth dûr ke, ku jêderekî nêzîkî Netanyahu got, Serokê Amerîka Barack Obama jibo Îsraîl felaket e.

Serokwezir Netenyahu ji kabîneya xwe re got, ev daxuyanî nayên qebûl kirin.

Îsraîl, pêşnîyara Amerîka ya dawî anîna ava kirina warhegên nû, li Orşelîma rojhilat red kirîbû. Îsraîl dibêje, tevahîya Orşelîm pişkek e jib paytaxta wê ya yekbûyî.

Amerîka, hewilê dide ku danûstandinên aşitî ya navbêra Îsraîl û Fîlîstînîyan jinûve bivejîne û daxwaz ji Îsraîlê dike ku ava kirina 16500 xanîyên nû li Orşelîma Rojhilat rawestîne, ku Fîlîstînî wekî payaxta xwe ya paşerojê dibînin.

XS
SM
MD
LG