Serokwezîrê Taîland Abhisit Vejjajiva destbi hevdîtinan ligel rêberên tevgera Kincên Sor yên dijî hikûmetê kir, ku ji çend hefteyên vir ve xwepeşandanên girsyeyî li paytaxt Bangkok rêve dibin û daxwaza hilbijartinên nû dikin. Lê, tê ragihandin di hevdîtinan de ti rekeftine derneketiye ku kêşeyên heyî çareser bike.
Di gotara xwe ya heftanê ya televîzyonî de, birêz Abhisit roja Yekşemê got, ev dê nêye mecbûr kirin ku ligel piştevanên serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra biaxife.
Lê, piştî çend demjimêran, ofîsa serokwezîr daxuyanîyeke taybet ya televîzyonî da û got, birêz Abhisit wê ligel xwenîşandêran kom be, jibo peyda kirina aşitîyê û kêm kirina tûnd û tujîyê.
Ev daxuyanî piştî ku xwenîşandêr, yekîneyên leşkerî mecbûr kirin ku ji taxa dîrokî ya paytaxt Bangokok derkevin.
Xwenîşandêrên Kincên Sor ku ji deverên xizan yên bakura welat tên. Gelek ji wan xwenîşanderan, piştevanên serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra ne, ku li sala 2006’ê, bi darbeya leşkerî ji karê xwe hatîbû dûrexistin, bi îddîayên dizî û perê xwarinê.