<!-- IMAGE -->
Karbidestên Qesra Sipî dibêjin, Serok Barack Obama bi seredaneke nefermî geheşte Afganîstanê.
Karbidest ev daxuyanî weşand, piştî ku Serok Obama geheşte bingeha leşkerî ya Bagram, li bakûra Kabûl. Serok Obama li ber e, ligel Serokê Afganîsatan Hamîd Karzaî û karbidestên bilind yên Afganî û ligel hêzên Amerîkî hevdîtinan bike.
Tê çaverê kirin, birêz Obama Duşemê, berî hilatina rojê Afganîstanê biterkîne û Duşemê sibehî li paytaxt Washington be.