Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Peqînan de 5 Kes li Îraqê Hatine Kuştin


<!-- IMAGE -->

Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama 2 bombeyên otomobîlî de, bi kêmî ve 5 kes li bajarê Kerbela ya Şîayan hatine kuştin.

Karbidest didine zanîn, di peqînê de bi kêmî ve 55 kesên din jî birîndar bûn.

Polîs dibêjin, bombeya yekê li nêzîkî zîyareta Îmam Huseyîn qewimî, ku cîyekî prîzo e jibo Şîayan.

Karbidest dibêjin, peqîna duyê çend deqîqe piştî peqîna yekê, li nêzîkî ofîseke parezgehî ya heman texa bajerî rû da.

XS
SM
MD
LG