Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Rûsî Dawa Qanûnên Nû yên Dije Terorê Dike


Serokê Rûsî Dawa Qanûnên Nû yên Dije Terorê Dike
Serokê Rûsî Dawa Qanûnên Nû yên Dije Terorê Dike

<!-- IMAGE -->

Serokê Rûsî Dmitri Medvedev daxwaza qanûnên nû yên dijî têrrorê dike, li dema ku Moskow roja Sêşembî kire rojeka şînî û tazîyê ji bo wan 39 kesên roja Duşembî di peqînên xwekuj de li metro ya Moskow hatin kuştin.

Serok Medvedev di gotareka televizyonî de, her wisa daxwaza rênmayîyên nû kir ji bo zêde kirina tenahiyê li dezgehên vegohastinên giştî. Hevwelatiyên Rûsî gul, şemal û wêneyên kesên hatine kuştin li cihê bîrhatina qûrbaniyan danan.

Karbidest dibêjin metroya Moskow roja Sêşembî dest bi karî kire ve.

Çi alîyekê berpirsiyariya xwe biramberî wan hêrişan ranegehandî ye, lê karbidest dibêjin du jinên ser bi çekdarên Îslamî li komarên başûra Rûsya, li navenda Moskow xwe peqandin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG