Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guherîna Qanûna Bingehîn li Tirkîye


Guherîna Qanûna Bingehîn li Tirkîye
Guherîna Qanûna Bingehîn li Tirkîye
Hikûmeta Tirkîyê dibêje pêşnîyarê reformê, Tirkîyê bike welatekî demokrattir û daxwazên Yekîtîya Ewrûpa jî bicîh bîne.

<!-- IMAGE -->

Qanûna bingehîn ya Tirkjîye, ji alîyê desthiladarên leşkerî ve hatiye amade kirin, ku li sala 1980'ê destilatê standibû.

Zanyarê sîyasetê li Zanîngeha Bilgi, Solî Ozel dibêje, gelek welatî bawer dike ku reforma qanûna bingehîn pêdivî ye.

Partîya Dad û Pêşvebirinê, paketeke 26 xalî pêşkêş dike ku qanûna bingehîn biguhere. Babetên wek têkoşîna dijî ferq û cûdahîya dijî jinan, rakirina dad kirina rêberên darbeya leşkerî ya 1980ê, dijwartir kirina girtina partîyên sîyasî di peketê de cîhê xwe digirin.

Yek jî pêşnîyarên herî balkêş jî, rê vekirina mahkeme kirina serqumandarê artêşê û qumandarên din yên paya bilind e, wekî ku wezîrê hikûmetê li Dadgeha Bilind têne dad kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Cemîl Çîçek dibêje, divê reform didome.

Tirkîye nikane bi vê qanûna bingehîn berdewam bike. Ev guherîn hewce ne ku bêne kirin.

Armanca me ne xûrt kirina hikûmeta me ye. Armanca me, ava kirina desthilata gel e li her ware jîyanê ye.

Belê rexnegir dibêjin, reform û guherîn pêdivî ye lê di binî pêşnîyarên AKP de xûrt kirina desthilata wê û acendayeke îslamî heye.

Qanûnzan Riza Turmen ku Tirkîyê di Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpî de temsîl kirîbû, dibêje, hikûmet dixwaze sîstema dadwerîyê û dadgeha qanûna bingehîn bi temamî kontrol bike.

Sîstema dadwerîyê û taybetî jî dadgeha qanûna bingehîn, bi red kirina jimareke reformên girîng, bûye astengeke pir mezin li ber hikûmetê.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan îddia dike ku sîstema dadwerîyê biryarên sîyasî dide û daxwazên gel yên demokratîk davêje bin lingan. Jiber vê yekî jî, gelek hewilê dide ku ev paket bi temamî derbaz bibe.

Lê, Hakki Okay, parlamanterê Partîya Gel ya Komarî ya opozîsyona serekî dibêje, ew tevahîya vê paketê qebûl nakin.

Emê destek bidin hinek xalên vê paketê lê, eger wekî tevahî raberî me bikin, emê li dijî wê derkevin.

Partîyên din jî, ligel CHP hevbîr in. Loma jî îhtîmaleke dûr e ku pêşnîyar 2 ji 3 dengên parlemanê wergire ku, jibo derbaz kirina paketa reformê hewce ye. Tê pêşbînî kirin, pêk anîna referendum jî hîngê wê bide îhtîmaleke mezin.

Pispor bawer nakin ku dengdana paketa guherînê, berî nîva Nîsanê bête kirin, çimkî divê pêşnîyar berî wê ji destê parlemanteran derbaz be. Rerendum jî 2 meh piştî wê yekê dikare pêk were.

Jibo guhdarî kirina raporta dengî, kerema xwe li lînka destê rastê bitikînin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG