Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû hezar mûsilmanên şî’e yên Iraqê xwenîşandan diken bo berdana melayê şî’e Mueyed el-Xezrecî - 2003-10-08


Iro çarşembî nêzîkî dû hezar mûsilmanên şî’e yên Iraqê xwenîşandan kirin daxaza berdana melayê şî’e Mueyed el-Xezrecî dikirin.

Melayê şî’e Mueyed el-Xezrecî roja dûşembî demê ku bo kombûnê ligel hêzên Amerîkî çûbû hatiyê girtin.

Desthelatdariya bi rêveberiya Amerîka dibêjit ewî çek û kerestên peqandinê li mizgeftekê kom kiribûn bo rêxistina tun û tîjiyan û hêrşan bi dijî hêzên hevalbenda.

Iro xelkê dest bi xwe nîşandana kirin piştî ku karbidestên Amerîkî ligel desteka melayan danustandin kirin, lê di çareser kirina vê pirsê da serkeftî nebûn.

Xwenîşanderan diruşmên Islamî di gotin li demê ku helîkopterên Amerêkî li hindava wan çavdirî di kir.

XS
SM
MD
LG