Wezîrêt derveyêt Birîtanya, Ferensa û Almanya beriv Îranê diçin di bizavekêda bû çareser kirina cireyê li ser bernama wê ya navûkî. Ew dê roja sê şembî di gel rêberêt Îranî kûm bin. Wezîrê derve yê Birîtanî Jack Straw gût: şik û gûmana li ser bernama navûkî ya Îranî mezintrîn alûziya kûmela nav neteweî yê. Peyvdarê wezareta derveya Îranî Hamid Riza Asifî gût: hûkmeta Taranê berdewam peywendî bi van welatêt Eurûpî kirîne awey wan nîyaza xwe dîyar kirî bû çareser kirina wê kêşê berambery hevkarîya Îranê di gel ajansa hêza atûmî ya nev netewey.