Lînkên eksesibilîtî

Polîsê Iraqî li Bexda ûtumbêlek tijî kerestên peqînê girt - 2003-10-23


Polîsê Iraqî ûtumbêlek rawstand ku pry kerestên peqînê bu li nêzîk hindek avahiyên ku leşkirê Amerîkî bikar di înit li Bexda. Û bi layê kêmî ve 2 kes hatine girtin.

Piştî hingî, polîsê Iraqî got wana bumbek li nêzîk cadekê her nêzîkî wî taxî vedît.

Ûtumbêlên bumbekirî heta nuha li vê mehê da li Bexda 17 kes kuştîne. 22 kesên dî jî hatibune kuştin li demê hêrşa ûtumbêleka bumbekirî bo ser bingehên Netewên Êkgirtî li Bexda li meha heşt.

Hêriş dijî hêzên hevalbenda û hêzên parastina Iraqê li van çend mehên borî da yên zêde bîne û hindek cara jimara hêrişa di rojekê da digehte 35 hêrişa.

Karbidestên leşkirê Amerîkî dibêjin ew çaverê dikin ku jimara hêrişa zêde bibit li demê ku ew berdewam bibin di hêrşên xwe da bo ser taxên ew we hizir diken çekdarên Iraqî yên guman lê kirî û alî girên rêberê Iraqî yê laday Sedam Husên li wêrê di jîn.

XS
SM
MD
LG