Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê Iranî ragehandineka berê li ser ragirtina bernama zaxkirina yoraniyomê guhorî - 2003-10-26


Karbidestekê Iranî ragehandineka berê guhorî ku gotibu Tehranê bernama xwe ya zaxkirina yoraniyomê ragirtiye.

Lê, peyvdarekê wezareta derve ya Iranê nuha dibêjit Iran pêdaçonê diket li ser çewaniya ragirtina zaxkirina yoraniyomî. Berî hingî her iro di konfiranseka rojnamevanî da li Tehranê peyvdarekê got ew di wê bawerê daye ku bernama zaxkirina yoraniyomê hatiye ragirtin piştî gehiştîne rêkeftinekê digel karbidestên ewrupî roja sêşembî. Yoraniyomê zaxkirî çêdibit bo kerestê sotina navokî bête bikar înan herwesa bo çêkirina çekên navokî.

XS
SM
MD
LG