Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

kombuna her şeş welatên dewrûberên Iraqê bi domahî hat - 2003-11-02


Her şeş welatên dewrûberên Iraqê kombuna dû rojî li Suriya bi domahî înan û belavnameyek derêxistin û hêrişên tîrorîst dijî xelkê medenî li Iraqê tawanbar kirin.

Wezêrên derve yên Suriya, Iran, Tirkî, Erebistana Saudî, Kuwait, û Ûrdun û Misrê got welatên wan dê hefkariyê ken digel Bexda bo parastina tixûba da nehêlin mîlîtan derbaz bine Iraqê.

Wezîra got ew piştevaniya bizavên civata desthelata Iraqê diket ku Amerîka pêk înaye bo helbijardina hikumetekê.

Wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî qayil nebû pişikdarî di kombunê da biket û dibêjit çi daxazên resmî bo pişikraiyê negehîştine wî.

Belavnama wezîran hîviya xwe diyar kir kû nînerekê Iraqê pişikdariyê di kombunên paşerojê da biket li Kuwêtê.

XS
SM
MD
LG