Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê agehiyên Misrî ligel rêberên Felestînî kom dibe - 2003-11-17


Serokê agehiyên Misrî ligel rêberên Felestînî kom bû di bizavekê da bo danûstandina li ser rawestandina şerî ligel Israelê û harykariyê bo pêşvebirina nexşeya rêkê bo aştîyê.

Karbidestê Misrî Omar Suleiman got ew bihîvîye lê çî pitir negot piştî ligel Yasir Erefatî û serok wezîrê Felestînî Ahmed Qureia iro li ramela kom buy.

Ajansa peyamên Associated Press radgehînêt ku karbidestê Misrî ligel serokê agehyên Israelî (Mossad) li Orşelîm (Qudsê) kombû. Biryare vê heftiyê ligel rêzdar Qureia behsê êhtîmala rawestandina şerî biket ligel rêberên milîtanên Felestînî.

XS
SM
MD
LG