Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surya qayil bû hevkarîyê ligel Iraqê biket wan kesa rawistînin yên divên ji tixubê wê derbaz bibin u şerê Emerîka biken - 2003-12-21


Serokê Civata Rêveberîya Iraqê ya ku ji alê Emerîkave hatîye damezrandin dibêjit Surya ya bizavê diket da milîtana rawistînît yên ku divên ji tixubê wê derbaz bibin u biçine di nav Iraqê da u şerê Emerîka biken.

Abdul Ezîz El-Hekîm ev hinde li konfiranseka ragehandinê got li iro Yekşembî li Dîmeşqê piştî kom bûna wî ligel serokê Surya Bashar al-Assad.

Berêz El-Hekîm got Civata Rêveberîya Iraqê rêkeftineka tenahîyê ligel Surya divêt, ya ku hevtixube ligel Iraqê. Her li wî demî, Surya qayil bu ku hevkarîyê ligel Iraqê biket da wan kesa rawistînin u nehêlin biçine di nav Iraqê da.

XS
SM
MD
LG