Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar 12/20/2003 - 2003-12-21


Bi salan ji nav Iraqyan bi tinê zelamên Seddam Huseynî li Neteweyên Yekgirtî peyivîn. Ew dihatine Neteweyên Yekgirtî, ne ji bo nunerîya gelê Iraqê, lê ji bo direwan da berevanîya zêdegavîyên diktatorê Iraqî li ser qanûna navneteweyî, destdirêjîyên wî li ser welatên dî û zêdegavîyên mezin li ser mafên mirovan biken.

Êdî we nîne, ew dem nemaye. Li 16yî vê mehê, wezîrê derve yê berdem yê Iraqê Hişyar Zêbarî li Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî gotarek xwend. Wî gazî Neteweyên Yekgirtî kir ku xwe giro neket u harî welatê wî biket da Iraq ji desthilata wêranker ya Seddam Huseynî bi ser xweve bêt.

Birêz Hişyar Zêbarî got: "Neteweyên Yekgirtî harî nekir ku gelê Iraqê ji zordestîya xwînrêj ya 35 salan bête rizgar kirin. Divêt neteweyên Yekgirtî dîsa gelê Iraqê wesa bêhîvî neket."

Birêz Zêbarî got ew jêknegirtinên berdewam li nav endamên Neteweyên Yekgirtî bizavên veguhastina hukmî bo destê gele Iraqê tevlihev diken.

Birêz hişyar zêbarî got: "Dora we kêşeya sera jêknegirtinên sîyasî piştî wê xebata gelê Iraqê ye, ew xebata bo peydakirina tenahîyê , karan, azadîyên bingehîn, u hemî mafên ku neteweyên yêkgirtî berevaniye lê diket."

Birêz Zêbarî her wesa bi sengî got divêt Iraqîyan di hemî kar û bizavên li ser paşeroja welatê xwe da pişikdarî bêkemasî hebît.

Berêz Hişyar Zêbarî got: "Bêyî beşdarîya Iraqîyan di danustandinên di warê berjewendîyên Iraqê da, wekî damezrandina wê koma peywendîyê ya Neteweyên Yekgirtî ya vê dawîyê biryarên ku wesa bêyî Iraqiyan têne dan nikarin wek biryarên bihikûm bêne hesibandin. "

Di wan gotinên birez Zebarî tête giheştin u mirov hîvîyê diket ku endamên Neteweyên Yekgirtî jî baş guhê xwe bidene wan gotinan.

Wekî Serok George W. Bush î, li meha Ilonê, li neteweyên yekgirtî gotî, armanca serekî ya hevpeymanên bi rêberîya Welatên Yekgirtî Yên Emrîkî “hikmê xwebixweyî yê gelê Iraqê yê ku bi pêvajoyeke rêkupêk u demokratîk bête danan. Divêt ew pêvajo li du hewceyîyên gelê Iraqê bît u bi daxwazên alîyên dî ne bête lezandin ne jî bête gîrokirin.” U serok Bush hingê pêve çû u got, Neteweyên Yekgirtî dikarît gellek alîkarîye bidete wê doza pêkînana hukmê xwebixweyî yê gelê Iraqê.”

XS
SM
MD
LG