Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emerîka û Federasyona ser xîmên nijadî li Iraq - 2003-12-23


Li demê konfiransa rojnamevanî ya rojane li nîvroya roja dûşembî, rojnamevanekê ew pêşnyara rêberên Kurdan bo Iraqeka Fîdral bîra peyvdarê wezareta derve ya Emerîka Richard Boucher îna.

Rojnamevanî jê pirsî ka Emerîka piştevanîya Federasyona ser xîmên nijadî li Iraqê diket yan ne?

Birêz Boucher got: em piştevanîya Iraqîyan dikeyn ku ew bo êkemîn car di dîroka xwe da an di dîroka xwe ya vê dawîyê da awayê hikumeta xwebixwe dyar biken, bikarin ku paşeroja xwe kifiş biken û ji xwe eve pêvajoyeke ku dest pê diket.

Birêz Boucher got em dixazîn bibînîn ku Iraqî pê baxivin danustandina biken û li dumahîyê biryara xwe biden ji ber ku ya em nuha behis dikîn paşerojê Iraqîyan bixweye.

Heke te bivêt guh bideye dirêjîya vê raportê, ew fayela dengî ya li serê vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG