Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejyaneka 4.8 bi pîvana rexter bi devera Xuzistana Iranê keft - 2004-01-07


Li deverên başûra rojava Iranê, bi deha cara erdhejyaye u buye cihê metirsîyê li dev xelkê ku erdhejyaneka dîtir hebit weku ya bi bajarê dîrokî Bem keftî.

Karbidestên Iranî dibêjin, erdhejyana bi pîvana rexter 4.8 bu, roja seşembî li devera bi neftê dewlemend (Xuzistan)ê dest pêkir ku 450 kîlometra ji Tehran dûre.

Bi hizaran ji hewlatîyan bi dirêjîya şevê li dervey malên xwe man ji tirsa heriftina avahîyan.

Karbidest dibêjin kerestên pêtivîyên tengavîyê bo deverê hatine veguhastin, lê çi raport sebaret bi kuştî u birîndara nehate ragehandin.

dirêjîya vê raportê ya di vê fayela dengîda li ser vî perî. Heker te bivêt guh bideye wê raportê, wê fayela dengî klîk bike.

XS
SM
MD
LG