Ew peqîn li dervey polîsxaneka Beqube qewmî. Li ser zarê polîsekê hate ragehandin dibêjit: demekê kurt berî peqînê, wî otombêlek dît ku bilez berev polîsxanê diço û got polîsa teqe li wê otombêlî kir piştî şofêrî pîte bi wan nekirî ku jê xastibun rawestit. Wî polîsî got hingî otombêl hate peqandin.
Di wê hêrişê da çend polîsên Iraqî jî biryndarbune. Çekdarên dijî hevalbenda herdem polîsên Iraqî û avahîyên Hikumetê û hêzên hevalbenda dikene armanca hêrişên xwe.
Roja heynî ya borî, bombeyek li dervey mizgefteka Şî’an li Beqube peqî û 5 nivêjker kuştin û bi dehan kesên dî birîndar kirin.
Bombeyeka dî li mizgefteka dî ya Şî’an hatibu peydakirin û hate ji nav birin berî peqînê.