Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Iranê pêtivî bi helbijartinên nu heye - 2004-01-18


Li bere helbijartinên perlemanî meha bêt li Iranê bêne kirin, belê heta guhorînên bilerz çêdibin helbijartin dê durtir bin ji azadî û rewayê ew jî çinku Civata Şureya Bîgehban ya nehelbijardî li Iranê pitir ji 40 ji sedê ji 8 hezar berbijara ji helbijartinên perlemanî berbend kirin. ji nav berbijarên bendkirî 80 endamên nuha yên perlemanê 290 endamin.

Civata Şureya Nîgehban pêda çonê dike bi ser tevaya qanunên Iranê de heta digel şerî’eta Islamî rêk bikeve û herwesa ew vekolînê dike li ser bawerên aydyolojî û siyasî û olî yên tevaya berbijaran û bi tinê bi wan kesa razî be ewên piştevanîya dewleta olî dikin heta melayên nehevbîr digel rêbazên hikumetê jî ji helbjartina hatine durxistin.

Li helbijartinên perlemanî li sala 2000 Civata Şureya Nîgehbana Iranê 10 ji sedê ji 6 hezar berbijaran ji helbijartinê durxistî bi piranîya ew kesên ji ber bijarê durxistin. Bi eşkerey daxaza rîformên siyasî dikin.

Digel hindê jî gelek nerim rê gehîştine desthelatê û perlemanê helbijartî ji alîyê Iranîyanve guhorîn xwazin. Lê ji wî demî were çendîn ryform xwazên hatîne helbijartin bo perlemanî ji alîyê Civata Şureya Nîgehbanve hatîne vîto kirin.

Durxistina jimareka gelek mezina berbijaran wesa dyare dê hewlek be jibo misoger kirina lawaz kirina nunerên guherîn xwaz di Civata bêt ya perlemanî de. Ev kiryarê Civata Şureya Nîgehban cihê nerazî buna tunda xelkê Iranêye ji wana jimareka mezina karbidestên hikumetê. Û li derve Iranê êketîya Ewrupî û Welatên Êkigtî yên Emerîka bi eşkerey rexne digirin Adem Irey cêgirê peyvdarê wezareta derve ya Emerîka ji hikumeta Iranê xwest razî nebe li ser hewlên Civata Şureya Nîgehban bo pêk înana encamên helbijartên 20 meha 2 şubatî bi rengê wan bivêt.

Cêgirê Peyvdarê Wezareta derve ya Emerîkî got “baştirîn biryar ka kî welatekê bi rêve bibe ji alîyê hevwelatyên seranserî wî welatî di piroseyekê eşkere û ruhin de têne wegirtin. Bijareyên li pêş xelkê ji bo hindê divêt ne êne vebir kirin ji alîyê dezgehên dîve, ew wan helbijartina ret bikin yan bi encama razî nebin.”

Weka serok George W. Bush gotî divêt rejêma Iranê guhê xwe bidet daxwazîyên dymukratî yên xelkê Iranê yan dê dawî tirîn id’a reway ya xwe ji dest bidet.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG