Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîneka mezin li rojava Bexda qewimî - 2004-01-27


Leşkirê Emerîkî dibêjit peqîneka mezin li rojava Bexda qewimî û pêzanînêt destpêkê we dyar diken ku hindek Emerîkî û xelkê sîvîl yê Iraqê hatîne hingaftin.

Ew peqîn li bajarê Xalidîye qewimî. Dîdevan dibêjin boseyek li ser cadê peqî nêzîkî karwanekê leşkirê Emerîkî û dibêjin agir ber bu jimareka otumbêla.

Leşkirê Emerîkî dibêjit li cihêt dî li Iraqê roja sêşembî sê Iraqî hatine kuştin di hêrişekê da li bajêrokê Bêcî.

Leşkir dibêjit ew sê kes berguman bûn bi endamîya komelekê binavê Leşkirê Mihemed ku hêriş kirîne ser hêzêt hevalbenda.

XS
SM
MD
LG