Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li demê serdana Cêgirê Wezîrê Berevanîya Emerîka bo Iraqê dû hêrişên bumbên xwekuj li Bajarê Hevlêr qewimîn - 2004-02-01


li Hevlêr dydevan dibêjin yek ji bumbe helgirêt xwekuj li holeka kombuna Partîya Dymukratîya Kurdistanê xwe peqand û yê dî li bingeha Yêketîya Nîştîmanîya Kurdistanî xwe peqand. Gelek Kurd li herdû bingeha xirvebibun bo pyroz kirina cejina qurbanê.

Karbidesta huşdarî dabu li ser zêdebuna hêrişan di wextê cejnê da. Roja şembî li bajarê Musil bikêmî neh polîsêt Iraqî û xelkê sivîl hatine kuştin demê otombêleka bumbekirî li pêş bingehê polîsa peqî û 45 kesêt dî biryndar bun.

Karbidestêt Emerîkî dibêjin 3 serbazên Emerîkî hatîye kuştin demê karwanek leşkirî navbera Tikrîtê û Kerkukê diço û bumbek li ser rêkê peqî. Dysan her li roja şembî dydevan dibêjin bi kêmîve pênc kes hatîne kuştin bi peqîna bumbekê li rendekeka Bexda. Ev zêdegavîye di wextekê da têne kirin ku cêgirê wezîrê berevanîya Emerîkî Paul Wolfowitz bi seredan çoye Iraqê.

Rêzdar Wolfowitz got ew dixazît binêrîte dest u darê parastinê û tenahîyê û dê çewa hêzêt Emerîkî li Iraqê hêne guhorîn. Cêgirê wezîrê berevanîyê ji Elmanîya çoye Iraqê û li wêrê digel serbazêt Emerîkî kombu ku biryare biçine Iraqê.

Seredana wî nehatibu ragehandin ji ber egerêt parastinê. Rêzdar Walfowitz wesa tête dîtin ku nexşe kêşê serekîyê şerê bi rêberîya Emerîka dijî Iraqêye dibêjit dyarbuna xeletîya dinav dyarbuna pê zanîn û agehîyan da li ser çekêt Iraqê mena wê ew nîne ku şerê dijî Iraqê pêtivî nebo.

Emerîka û Birîtanîya digot ji ber ku Iraqî çekêt wêranker hene egera serekî bu bo şerî. lê heta nuke çi jiwan çeka nehatîye vedîtin û lêvekolê berê yê çeka yê Emerîkî David Key gotîye ku ew bawer naket Iraqê ew çek heyn berî şerî. Rêzdar Key dibêjit ku ajansêt ahehîyan di xelet bun.

XS
SM
MD
LG