Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tonî Blêr dibêjit Lenden dê vekolînekê li ser wan raportêt agehîyan ket ku şerê dijî Iraqê rewa kirî - 2004-02-03


Serok Wezîrê Birytanya Tonî Blêr dibêjit Lenden dê vekolînekê li ser wan raportêt agehîyan ket ku şerê dijî Iraqê rewa kirî.

Rêzdar Blêr iro gote endamêt perlemanî ku ew nuke we bawer diket ku hindek pirs hene dinav raportêt agehîyanda berî şerî ku pêtivîye pêdaçon li ser bête kirin. Wezîrê derve Cak Sitro dê dirêjîya vekolînê iro ragehînit.

Heta nuke rêzdar Blêr dijî vekolîneka wesa bû û digot ku hêşta desteya lêgerînê li çekêt Iraqî karê xwe bidomahî ne înaye.

Roja dûşembî serok Bush ragehand ku dê raspêrîyek ji herdû partîyan pêkhêt da binêrine raportêt agehîyan berî şerî, ewjî bû eger ku rêzdar Blêr heman biryar bidet.

XS
SM
MD
LG