Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berêz Bush digel Berêz Kofi Annan li Washington kombû. - 2004-02-04


Sikirtêrê Giştî yê Netewe yên Êkgirtî Kofi Annan got wî tîmek hinartîye Iraqê da alykarîyê bike bo çareser kirina jêk negirtinê nav bera rêberên Musilmanên Şî’e û desthelatdarîya bi rêveberîya Emerîka sebaret destnîşan kirina Hikumeteka demî.

Piştî kombunê digel serok Bush duhî sêşembî li Washington, berêz Annan got hemû aly hevbîrin li ser vegerandina desthelatê bo Iraqîyan her çend zûye.

Peyvdarê Seraya Sipî Scott McClellan got Serok Bush keyif xweşîya xwe dyar kir li ser biryara berêz Annan. Serok Bush gotîye UN rolekê giring heye di pêkînana sîstema Iraqa piştî şerî de.

XS
SM
MD
LG