Şarezayêt Netewêt Êkgirtî berev Iraqê brê keftin da binêrnê heke derft heye helbijartinêt berî wext bêne kirin her weko piranîya Şîa li welatî daxaz diken. Karbidestan got çaverê tihate kirin desteya Netewêt Êkgirtî evro yan jî sube bigehte Bexda.
Bowerpêkerê giştî yê UN Kofî Enan got bo ko şareza dê digel gelek Iraqîya Axvin liser ka baştirîn rêk dê çi bit bo damezrandina hikmeteka xue bi xueyê li wî welatî.
Li Iraqê karbidest u harîkarêt Ayetulla Alî Sîstanî ew raport înkar u mandel kirin ko got bo roja Pênşembî hêriş liser Ayetulla Sîstanî hat bo kirin. Raporta got hêrişkeran teqe li autombîla rêberê olîyê Şia kir. Lê evro karbidestan got ew deng u bas ne dirst bon.