Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Soza Welatên Êkgirtî yêt Emerîka bo Taywanê. - 2004-02-10


Serokê Stunêt Leşkirî, Jenral Richard Myers vê dumahîyê li Pekînê digel rêberêt Çînê kombû ji bilî pirsêt dî behsê têkelîyêt navbera Çînê û Taywanê hate kirin.

Jeniral Myers we dyar kir ku Serok George W. Bush gotye tivya çi ji herdû alîyan kiryareka ji xweve neket bo guharîna dest û darê niha.

Jeneral Myers alozîya Emerîka dyar kir li ser zêdebuna leşkirî weku muşeka li ser alîyê Çînê li dertenga Taywanê.

Jeneral Myers got Emerîkayê girtin heye ku harîkarîya taywanê biket da bişêt berevanîyê ji xwe biket beramberî bikar înana hêzê an jî zorî li ser bête kirin.

Serokê Taywanê Chen Shui-bian daxaza dengdaneka giştî kirîye ku dê ji dengderan pirsin ka herê Taywan çekêt dijî muşekêt Çînê bikrît heke Çîn qayil nebît muşekêt xwe vekêşît.

Herwesa dê ji dengderan hête pirsîn ka Taywan danustandina digel Çînê biken da bigehine rêk keftinekê ku herdû alîyêt dertenga Taywanê bi aştî û tenahî bin.

Wezîrê derve yê Emerîka Colin Powell got: "bi hizira min serok Chen hindek nermatî dyar kirye li ser van herdû pirsa." Çîn dibêjit ew dijî dengdana giştîye û dibêjit ew di xemê daye ku Taywan berev ragehandina serxwe bunê biçît.

Çîn dibêjit eve jî dê bîte eger bo bikar înana hêzê dijî Taywanê.

Peyvdarê wezareta derve Richard Boucher dibêjit Emerîka dê pêgirtinê bi helwêsta xwe ket beramberî Taywanê û dibêjit: "ez dibêjim heke tû binêrye qanun û rêbaza Emerîkî di çend salêt borî da, me herdem pêgirtin hebuye bo harîkarya gelê Taywanê li ser mafê wî yê rewa ku berevanîyê ji xwe biket." Ev pêgirtine her ya berdewame em pirsyarîyê bi rijdî û micidî wer digirîn. di heman wext da pêtivîye çi ji herdû alîyan kiryarekê ji xweve neket bo guhorîna destudarê nuha." Ewey mêjeye Emerîka we dyar diket ku giringe danustandinêt rastewxwe navbera Çînê û Taywanê bêne kirin da behsê vê kêşê biken.

Wezîrê derve Colin Powell got tivya çi kiryar ji êk alî neke ku bibine asteng di rêka pêşveçonê da berev pêk hatinê.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG