Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînek iro li dervey avahîyeka wergirtina serbazêt nuî li naverasta Bexda qewimî - 2004-02-11


Iro berî demjimêr 8 sipêdê, xelkê Bexda li dengê peqîneka bi hêz hişyarbun rojekê piştî otombêleka bumbekirî pitir li 50 kesa li polîsxanekê li başura paytextî kuştîn.

Peyvdarekê leşkirê Emerîkî dibêjit peqîna iro li dervey avahîyekê ya wergirtina serbazêt nuî li naverasta Bexda qewimî. Ew avahî ya li frîngeha Navnetewey ya berê û gelek nêzîkî bingeha Hevalbenîye bû.

Karbidestêt leşkirê Emerîkî hêrişêt berî nuke kiribune binasêt şerkerêt byanî ku peywendî bi El-Qa'îdeve hene û binasêt piştevanêt Sedam Husênî yêt ku polîsêt Iraqî û kesêt ligel Hikmeta nû karî viken bi destêkelîyêt hevalbendîya birêberîya Emerîka dizanin.

XS
SM
MD
LG