Sînatorê wîlayeta Massachusetts John Kerry dû helbijartinên dîyên pêşîn yên partîya Dîmûkrat birin û her li pêşîya tevaya kandîda ye berev dest nîşan kirina berbijarê dîmûkrat bo bersîng girtina serok Bush li helbijartinên meha 11 çirya paşîn.
Brêz Kerry serkeftina bi sanahî li wîlayetên Virginia û Tennessee îna . Li Virginia 50 ji sedê û li Tennessee 40 ji sedê.
Li herdû wîlayetan sînatorê North Carolina John Edwards li pileya dû ê bû.