Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedan Felestînîyan xwenîşandanek kirin li derbazgeha serekî navbera devera Xezze û Israelê û ew derbazgeh girtin - 2004-02-17


Bi sedan Felestînîyan derbazgeha serekî navbera devera Xezze û Israelê girt bo dyar kirina nerazîbûnê li ser pêngavêt nuî yêt parastinê ku dibine eger kargerêt ku derbaz dibine Israelê bo karî çend se'eta gîro bibin.

Xwenîşandera, iro berî sipêdê, dest bi xirvebûnê kir li derbazgeha Êrêz û rêk girt bo rojekê.

Xwenîşandanê ji ber mirina kargerekê Felestînî dest pêkir ku roja dûşembî li derbazgehê rawestabû bi hîvîya derbazbûnê û li wêrê keftî û mirî. Leşkirê Israelî dibêjit ew kes bi girifta dilî mir.

Karubarêt parastinê li derbazgehê ewey nîveka meha borî gelek tund bûye demê jineka Felestînî buseyek bixweve peqandî li wê derbazgehê.

XS
SM
MD
LG