Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî got şiyana rêkxistina helbijartina li Îraqê nîne berî vegûhastina desthelatê ji bo Îraqîyan - 2004-02-20


Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî Kofi Annan got şiyana rêkxistina helbijartina li Îraqê nîne berî vegûhastina desthelatê ji bo Îraqîyan li dawîya meha şeş.

belê wî got jî Netewên Yekgirtî amadeye alîkarîya Îraqîyan bike bo pêkînana hûkmeteka demî welatî bi rêve bibe heta şiyan ji bo rêkxistina helbijartina hebe.

Berêz Annan got tivya rêz li demê diyar kirî bo vegûhastina desthelatê li 30 meha 6 bêt girtin. Belê wî ne got ka çawa dê desthelat bêt vegûhastin. Pêşvenêrê Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî Lakhdar Brahimi dikare hûkmeteka demî pêk bîne eger rêberên Îraqê û hevalbendîya Amîrîka li ser nexşeyekî rêk ne keftin.

XS
SM
MD
LG