Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jack Straw dibêjit encamêt helbijartina li Iranê dê destudarekê nuî peyda ken di danustandina da nav bera Iranê û Ewrupa - 2004-02-23


Wezîrê Derve yê Birîtanya Jack Straw dibêjit helbijartinêt perlemanî li Iranê dirust nebûn û renge egerê bikene ser danustandinêt paşerojê nav bera Tehranê û Yêketîya Ewrupî.

Rêzdar Strow iro li Biruksilê bo peyamhinêra axift berî kombuna wezîrêt derve yêt Ewrupî.

Çaverê tête kirin wezîrêt Yêketîya Ewrupî rêbaza xwe piştrast biken bo berdewam kirina peywendîya digel Iranê.

Lê rêzdar Straw dibêjit encamêt helbijartina li Iranê dê destudarekê nuî peyda ken di danustandina da nav bera Iranê û Ewrupa.

Rêzdar Straw behsê berbend kirina berbijarêt guhorîn xaz kir ji alîyê karbidestêt Iranêve û %25 kêmtir ji sala 1997 dengdera pişkdarî kiribû.

XS
SM
MD
LG