Bawerpêkerê Giştî yê U.N. Kofî Annan dibêjît U.N. dê harîkarîya Îraqîyan ket bo pêkînana hukmeteka dîmokratî. Rêzdar Annan evro li Tukyo got U.N. dê ya amade bît bo harîkarîya rêkxistina helbijartina, herdemê hukmeteka berwext desthelat wergirt. Emêrîka li bere ku heta 30 meha şeş xizîranê desthelatê bidete destê Îraqîyan.
Ji alîyekê dîve, rapoteka Netewên Yêkgirtî ku ji nuî belav buy dibêjit bi kêmîve heşt mehêt dî an jî pitir pêtivên heta ku karubarêt helbijartina li Iraqê têne rêk xistin. Raporta pêşvenêrê taybetê Civata Tenahîyê ku daye Sikirtêtê Giştî yê Netewêt Yêkgirtî Kofi Annan dibêjit renge heta meha 12 an jî meha Yêk çêbibit helbijartin bêne kirin.