Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Birêvebirina Iraqê desturê demkî yê Iraqê mor kir - 2004-03-08


Serokê Demkî yê Civata Birêvebirina Iraqê Muhemed Behir el-Elûm mor kirina destûrî bi dest keftinekê dyrokî da nyasîn.

Rêzdar Behir el-Elûm got: Wî got rêk berev Iraqeka nuî li demê nemana rejêma Sedam Husênî dest pêkir û vegeranduna serwerîyê bo gelên Iraqê di demekê zor giring bît bo welatî.

Li duv destûrê demkî, helbijardin li heyva yêk ya bihêt dê hête encam dan. Islam dibite olê fermî yê welatî û dibite jêderekê kanunê. Kurd li 3 parêzgehên bakûra Iraqê dê xwe rêve bin li jêr systema fydralya nuî ya Iraqê û ew dişên piştî hingî biryarê biden da ser bixwebibin.

Hijî gotinêye morkirina destûrî dû caran hate paş êxistin. Cara êkê li roja sêşembî bi demê çêbuna zincîreka peqînan li Bexda û Kerbelayê û cara dûê li rojane heynî li demê rêberên Şî'an demekê kurt berî mor krina destûrê berhelwêsta xwe beramberî tekista wê ragehand.

XS
SM
MD
LG