Girêveka derisbêjan li Iranê egera xwe kiriye ser bi dehan xandingeha li Tehrana paytext û deverêt dî yêt welatî.
Derisbêj û endamêt perlemanî dibêjin girêva derisbêja roja şembî dest pêkir û peyama hindê di nav xelkê da belav bû.
Dibêjin ku derisbêj jiber kêm bûna heyvana xwe di girêvê dane. Hêştan dyar nebûye ka çend derisbêj û xandingeh di ber wê girêvê keftîne.
Ajansa peymêt Associated Press li ser zarê peyvdarekê rêxistya derisbêjan radgehînit ku pitirî 200 hezar kes di girêvê dane û ajansa peyamêt Royters dibêjit çend xandingeh hatine daxistin.