Karbidestêt Ispanî li lêgerana xwe li duv bergumanêt peqînêt şemendefera yêt bixwîn li heftîya borî li Medrîd bikêmî kesekê dî girt.
Iro karbidest ragehand ku zelamekê xelkê Cezayirê li bajarê San Sebastian li bakûra Ispanya hatye girtin.
Raport radgehînin ku zelamê Cezayirî gef kiribun hêrişêt tîrorîstî li Medrîdê biken. Berî nuke raportêt deng û basan ragehand bû ku karbidest 6 zelamêt xelkê Mexribî dayne nasîn ku renge berpirsyarî wan peqîna bin.
Her iro jineka 45 salî ku li peqînêt roja yêkşembî biryndar bibû gyanê xwe ji dest da û bi vê awayê hejmara mirîya ji hêrişa 11 î adarê gehîşte 201 kesan.
Li destpêkê komela ETA ya cudahî xwaza Basque bo wan hêrişan hatibû binaskar kirin. Lê karbidestêt Ispanî nuke yê vekolînê dikin li ser ka tora el-Qaîde dest di wan hêrişan da hebuye.