Qumandarekê leşkirê Pakistanê dibêjit hêzêt wî nêzîkî tuxîbê Efganistanê tunêleka dû kîlometra dirêj dytineve ku renge bergumanêt serekî yêt el-Qaîde di wêrê ra revî bin. Herwesa got ew tunêl ji mala dû bergumanêt mezinêt eşîreta têt û berev tuxîbî diçît.
Karbidestêt Pakistanê we bawer dikin ku eşyretêt xwecihî bergumanêt el-Qaîde hewandîne an jî hewand bun. Li wana li başûra devera Wezîristanê û hevbîr bune ku li duî wan eşyreta biçin bo danustandina û bidomahî înana şerî.
Peyvdarekê iro li Islam Abad got hikumet ceribandinêt DNA diket bo nasandina hindek kesêt ku vê dumahîyê di şerî da hatîne kuştin.