Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû kardarêt Finlendî li Bexda hatine kuştin - 2004-03-22


Leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit xirapkaran bumbeka xwemalî roja yêkşembî li rojava Bexda peqand û yêk serbazê Emerîkî û tircumanekê Iraqî hatine kuştin.

Belav nameka leşkirî iro got sê serbazêt dî yêt Emerîkî birîndar bun. Demê komeleka serbazan li devera Ebu Xirêb li Bexda derbaz dibun.

Bi alîyekê dîve karbidestêt Iraqî dibêjin ûtumbêleka bumbe kirî iro nêzîkî bingehekê heway hêzêt Emerîkî nêzîkî Beled li bakura Bexda peqî û bi kêmîve yêk Iraqî hate kuştin.

Dysan her iro Finlenda got dû kardarêt Finlendî li Bexda hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG