Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumetêt welatêt Yêketya Ewrupî nerazîbûna xwe dyar kir li ser kuştina rêberê Hemas Şêx Ehmed Yasîn - 2004-03-22


Wezîrê Derve yê Birytanya Jack Straw got eve kiryareka ne di cihê xweda bû û ne ya rewa bû. û birêveberê rêbaza derve ya Yêketya Ewrupî Javier Solana û Wezîrê Derve yê Ferensa Dominique de Villepin gotin ev kiryare paşve çoneke bo kiryara aştîyê.

Peyvdarê Wezareta Derve li Washington ji Israelê û Felestînîyan xast da xwe bêhin fireh bikin.

Li rojhelata Naverast Iran, Kuwait û Jordan kuştina rêberê Hemas bi tundî tawanbar kir. Serokê Misrî Hosni Mubarak got ev kiryare cihê mixabinîyêye û ne di cihê xwe daye. û got Misrê bizav dikir ku byrhatina morkirina rêkeftina aştîyê digel Israelê biket.

XS
SM
MD
LG