Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Turkya dibêjit bihêz bûna partya wî li helbijartinên xwecihî nîşana hindêye ku dengdera dengê xwe daye tenahîyê li wî welatî. - 2004-03-29


Serok wezîrê Turkya Recep Tayyip Erdogan dibêjit bihêz bûna partya wî li helbijartinên xwecihî li roja yêkşembî nîşana hindêye ku dengdera dengê xwe daye tenahîyê li wî welatî.

Li duv encamêt neresmî yêt dengdanê partya Dadperwerî û Pêşveçonê ya serok wezîrê Turkya bi sanahî li helbijartinên şehirdarîyê li Istanbul û Enqere, dû bajarêt mezin yêt Turkya serkeft.

Li helbijartinên şehirdarîyê seranserî, partya Dadperwerî û Pêşveçonê pitir ji 40 li sedê ji denga îna ku gelek ya li pêş partya Gel ya komarî ya hevrik ya ku nêzîkî 21 li sedê ji denga înaye.

XS
SM
MD
LG