Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsêt Birîtanî heşt kes girtine di jimareka kiryaranda dijî tîrorê. - 2004-03-30


Polîsêt Birîtanî dibêjin wan heşt kes girtine di jimareka kiryaranda dijî tîrorê bi şevê li London û dewruberên wê.

Karbidestê polîsên dijî tîrorê li London, Peter Clark, iro gote peyamhinêra ku nîv tenê keristekê dîtineve ku çêdibit bo çêkirina destgehêt peqandinê bête bikar înan ku di wan kiryara da hatibune girtin û 700 polîs pê rabîbun.

Polês dibêjit her heşt kesên hatîne girtin hevwelatên birytanîne. Rêzdar Clark got van kiryarên lêgerînê çi têkelî digel peqandinên şemendefera li Medrîdê anjî leşkirê komarî yê Irlendî nîne.

Herwesa got ev lêgerîne parçeyeke ji vekolîneka berdewam li ser tîrorîsta.

XS
SM
MD
LG