Karbidestêt helbijartina dibêjin rêdar Meciar nêzîkî %33 roja şembî deng wergirtin û Ivan Gasparovic ku ser demekê hevalbendê rêzdar Meciar bo %22 deng wergirtin.
Wezîrê derve yê berê Eduard Kukan hind deng wernegirtin ku bo gera bêt pişikdar bibit. Li 17 î vê mehê dê dengdana yêkser kirinê navbera rêzdar Meciar û rêzdar Gasparovic hêne kirin.
Herwesa dengdaneka giştî hatibû kirin ka herê helbijartinêt perlemanê berwext bêne kirin an ne. Lê kêmtir ji %50 dengderan pişikdarî kir bo jiber hindê encam di qanunê nebûn.