Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Hevpeymana fermana girtina Muqteda el-Sedir û 11 kesêt dî ragehand wek bergumanêt kuştina Ayetulahekê Şî'an - 2004-04-05


Peyvdarê Hevpeymana Dan Senor li roja dûşembî fermana girtina Muqteda el-Sedir û 11 kesêt dî ragehand wek bergumanêt kuştina Ayetullah Ebdul Mecîd El-Xuî, ew melayê Şî'an par li rojên li du şerî ji Birîtanyayê vegeryabû Iraqê lê hindek kesan ew li mizgefteka pîroz ya Necefê girtibû û dabû ber xenceran û kuştibû.

Peyvdarê Hevpeymana got fermana girtina berêz El-Sedir berî çend mehan berî nuha dabû û ragehandina wê li roja dûşemb tesadfe. Lê peyvdarî dûbare kir kû hevpeyman rê nadete zebir û zordarîyê li Iraqê.

Heke te bivêt guh bideye vê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG