Karbidestên Japonê dibêjin wana zanyarî ji layê deshelatdarên Iraqî pêgehîşte ku dibêjin ew Japonî iro dê hêne azad kirin bêy ku çi zyan bigehîte wan. Hijî gotine roja pêncşembî xirapkaran gotibû ew dê girtîyên xwe sotînin eger Japon hêzên xwe heta iro li Iraqê venekêşin. Serok Wezîrê Japonê Junichiro Koizumi got ku ew mercên revandinan bicih na înin. Japonê nêzîkî 500 serbazên neşerker li Iraqê heye û alîkarya pirosa avekirineva Iraqê dikit.