Karbidestên Îranê dibêjin dîplomatekê wan yê mezin li Bexda hate kûştin. Ajansa peyamên rismî li Îranê, ÎRNA, ragehand kû ew dîplomt bi navê Xelîl Neîmî ye û berpirsê ragehandin û kar û barên rewşenbîrî bû li balypzxana Îranê li Bexda.
Kûştina wî dîplomatî li wî demîye kû desteyeka taybeta Îranê li Îraqê ye bo navberîyê di berêkrawestana nêvbera desthelata bi rêberatîya Emêrîca û melayê şîaa Mûqdeta al-Sedir.
Jeneralê bilindê leşkerê Emêrîkî Richard Myers li demê seredanekê bo Bexda got qomandarîya leşkerê Emêrîkî daxwaza serbazên zêdetir kirîye dê û dê daxwaza wan cêbicê be bo ji navbirina xirapkaran.