Hate ragehandin ku serok Bush biryar daye ji welatîyêt cîhanê bixazît bo piştevanî kirina aştîparêzêt navneteweyî çend milyon dolara kom biken. Rojnama Washington Post li ser zarê karbidestêt berevanîyê radgehînêt ku serok Bush li bizava xwe bo kom kirina harîkariya ji Emerîka dixazit li 5 salan nêzîkî 660 milyon dolara bidet bo xercîyêt çekan û hatinuçonê û bo wan welatan ku di amadene li hêza aştî parêz amadebin.