Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Ispanya li Washingtone û dê ligel Wezîrê Derve yê Emerîka û Şîretvana Nîştimanî ya Emerîkî kombe - 2004-04-21


Iro çarşembî wezîrê nuî yê derve yê Ispanya ligel karbidestên bilindên Emerîkî li Washington hev dîtin bi merema danustandunan li ser biryara vê dumahiyê ya li Ispanya bo paşvekêşana hêzên xwe yên serbazî ji Iraqê li çend heftiyên bihên. Wezîrê derve yê Ispanya Miguel Moratinos dê danustandinê ligel Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell û Şîretvana Nîştimanî ya Emerîkî Condoleezza Rice ket. Duhî sêşembî li demê li Irlenda rawesta, Miguel Moratinos got hevalbendiya Emerîka û Ispanya xurte û li şerê dijî tîrorê hevgirtîne û gote peyamhinêra ku çaverê diket danustandinêt wî ligel karbidestêt Emerîkî encamêt baş li duî hebît.

XS
SM
MD
LG