Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatekê mezin yê Îranê li Bexda iro hate kûştin - 2004-04-23


Karbidestên Îranê dibêjin dîplomatekê wan yê mezin li Bexda hate kûştin. Ajansa peyamên resmî li Îranê, ÎRNA, ragehand kû ew dîplomt bi navê Xelîl Neîmî ye û berpirsê ragehandin û karubarên rewşenbîrî bû li balyozxana Îranê li Bexda. Kûştina wî dîplomatî li wî demîye kû desteyeka taybeta Îranê li Îraqê ye bo navberîyê di berêkrawestana nêvbera desthelata bi rêberatîya Emêrîca û melayê Şî'a Mûqdeta al-Sedir Jeneralê bilindê leşkerê Emêrîkî Richard Myers li demê seredanekê bo Bexda got qomandarîya leşkerê Emêrîkî daxwaza serbazên zêdetir kirîye û dê daxwaza wan bicih be bo jinav birina xirapkaran.

XS
SM
MD
LG