Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Australia John Howard li seredaneka ji nîşkêve û li jêr parastineka mukim gehîşte Iraq - 2004-04-25


Serok Wezîrê Australia John Howard li seredaneka ji nîşkêve û li jêr parastineka mukim gehîşte Iraqê da supasiya serbazên Australia bike bo karên wan.

Li yêkemîn seredana xwe bo Iraqê ewey dest pêkirina şerê Iraqê, berêz Howard bi firokê demekê zû iro yêkşembî gehîşte firokexana Bexda da pişikdariyê li rê û resmê bîr anîna roja Anzac bike ku roja bîr anîna kuştiyên şerîne yên Australî.

Serok Wezîrî got soza hinartina serbazên Australia bo Iraqê heta roja 30 meha 6 bidomahî dihêt, lê we çaverê nahête kirin ew serbaz li demekê nêzîk vegerêneve welatê xwe.

Hijî gotinêye Australia 2000 serbaz hinartîne Iraqê da pişikdariyê di şerê Iraqê birêvebereya Emerîkayê da bike û nêzîkî 850 serbaz hêşta li Iraqêne.

Berêz Howard ku piştevanekê bihêzê hêzên hevalbendiye li Iraqê got wî çi pilan niye jimara serbazên Australia li Iraqê zêde biket.

Partiya opozisyona serekiya Australia sozdaye serbazan vegerîneteve Australia eger li helbijartinên dumahiya vê salê serkeftinê bidestve bînit.

XS
SM
MD
LG