Serokê Efghanî Hamid Karzai daxazê ji paşvemayên hikumeta Talibanî ya ser desthelatê laday diket da dumahiyê bi xirabkariyên xwe bînin û pişikdariyê di avakirneva welatê xwe biken. Berêz Karzai ku iro bo peyamhinêran li bajarê Qendehar li başûra Efghanistanê axift got wî webawere ku bitinê 150 endamên bilindên talibanê hene ku hêşta divên welatî wêran biken.