Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

We pê diçit efserekê berê yê leşkirê Sedam Husênî bihête dest nîşan kirin bo komandarî kirina hêza nuî ya tenahiyê li Felluce - 2004-05-03


Raportên dengubasan ji Bexda radgehînin ku we pê diçît jeneralên Emerîkî dê efserekê berê yê leşkirê Sedam Husênî dest nîşan ken bo komandarî kirina hêza nuî ya tenahiyê li Felluce. Ji zarê Efserekê Emerîkî ku navê wî nehatiye eşkere kirin hatiye ragehandin ku we çaverê dihête kirin Jeneralê berê Muhemed Letîf dê wî postî li van zuyan wergirit. Hatiye ragehandin ku Komandarekê dî yê berê di leşkirê Sedam Husênî da, Casim Salih, dê roleka nizimter hebît di hêza nuî ya tenahiyê da. Raporteka dî ya leşkirê Emerîkî iro dibêjit bi rengekê resmîve huşdarî ya dane 6 efserên leşkirê Emerîkî, ku eve bizaveka dê pitir rêkê veket bo tawanbar kirina wana jiber dest dirêjî kirina wan li ser hindek girtîyên Iraqî yên ku deste serbun.

XS
SM
MD
LG