Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistîya Lêxweşbûna Navneteweyî daxaza vekolîneka ser bixwe û eşkera kirye li ser pirsa eşkence dana girtiyên Iraqî - 2004-05-03


Rêxistîya Amnsty International (lêxweşbuna nav neteweyî), daxaza vekolîneka ser bixwe û eşkera kirye li ser pirsa eşkence dana girtiyên Iraqî ji aliyê hêzêt Emerîkîve û hevalbendave.

Ev rêkxistiya mafêt mirovan bingeh li London got li duî vekolînê û lêgerînê we dyar dibît ku zêdegavî li ser girtiyêt Iraqî li girtîxana Ebu Xirêb neserhatiyeka bi tinê buye, û dibêjit ku jimareka raporta gehiştiye rêkxistiyê li ser reftara digel girtiyan.

Serokê stunên leşkirê Emerîkî Jeniral Richard Mayers roja Yêk Şembî got zêde gavî li ser girtiyên Iraqî ne tiştekê rêkxistîye, lê bi tinê çend serbazeka zêde gavî li ser 20 girtîyên Iraqî kirye. Leşkirê Emerîkî iro got heta nuke şeş serbazên Emerîkî bi vê tawanê hatine xetabar kirin.

XS
SM
MD
LG